26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wankê.. Pêşmerge aramî bi xwe re anî..Terorîst reviyan Mûsil û Teleferê

Çavkanî: KDP.info

Wankê-KDP.info- Piştî ku duhî Hêzên Pêşmerge li Wankê û derdora wê navçeyek mezin ji terorîstan rizgar kirin, tîmên paqijkirina bombeyan li navçeyê dest bi pûçkirina wan mayîn û bombeyan kirine, da ku dema welatî vegerin bi wan de neteqin.

Fermanderê Hêzên Pêşmerge li Wankê Muqedem Salih Xefûr ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku duhî nahiyeya Wankê û gundên derdora wê ji terorîstên DAIŞê hatin paqijkirin, niha ew navçe aram e û di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Li navçeyê ti tevgera DAIŞê nemaye û hemû bi aliyê Mûsil û Teleferê reviya ne, lê hejmarek mezin ji mayîn û bomb li şûna xwe hiştine û niha em mijûlî pûçkirina wan in.”

Muqedem Salih Xefûrwiha domand: “Terorîstan navçe bi temamî wêran kirine û piraniya xaniyan teqandine û ziyanek mezin gehandine wê deverê. Herwiha tiştên welatiyan ji xwe re birine û malên wan talan kirine.”

Nûçeyên têkildar