26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bêtirî 35 hezar welatiyên nahiyeya Sinûnê vegeriyane malên xwe

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Qayîmqamê Şingalê ragihand ku, bêtirî 35 hezar welatî û malbat vegeriyane Sinûnê û tevahiya fermangehên hukûmî û piraniya pirojeyên xizmetgûzariyê jî bow ê navçeyê vegeriyane.

Piştî rizgarkirina wê deverê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, jiyan li nahiyeya Sinûnê vegeriya ye wek berê û xelk bi asayî dijîn.

Derbarê rewşa Sinûn û Şingalê, Qayîmqamê Şingalê Meyser Hecî ji malpera KDP.info re ragihand: “Pişrî rizgarbûna nahiyeya Sinûnê û komelgeh û gundên derdora wê, niha li wê navçeyê bi temamî rewş aram bûye û rojane welatî vedgerin ser mal û hale xwe û heta niha li gorî amarên ku di destê me de ne, bêtirî 35 hezar welatî û malbat vegeriyane ser mal û hale xwe û rojane hatina wan berdewam dibe.”

Meyser Hecî wiha got: “Tevahiya fermangehên hukûmî û piraniya pirojeyên xizmetgûzariyê jî bow ê navçeyê vegeriyane.”

Nûçeyên têkildar