25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Nucêfî pêşhatên dawî yên siyasî û emnî nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir û di wê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî û emniyên Iraqê xistin ber behs û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên DAIŞê guftûgokirin.

Îro yekşem 11.01.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Usame Nucêfî Cîgirê Serok Komarê Iraqa Federal kir.

Di civînê de pêşhatên dawî ya siyasî û emniyên Iraqê xistin ber behs û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên DAIŞê guftûgokirin.

Her li vê kombûnê da Cîgirê Serok Komarê Iraqê ji bo wê serkeftina mezina li şerê terorîstan da bi dest ve anîne destxweşiyê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û palpiştiya xwe jî ji bo gelê Kurdistanê û hêza Pêşmerge dûpatkir.
 

Nûçeyên têkildar