Termê şehîd Zêvar Ekrem, ji Kobanê gihîşt Soran û hat veşartin

Soran-KDP.info- Piştî ku li bajarê Kobanê yekem pêşmergeyê Kurdistanê şerhîd bû, şevê din termê wî gihîşt nav malbat û merivên xwe li devera Soran û bi amadebûna hijmarek mezin ji xelk û berpirsên hizbî û hikûmî hat veşartin.
Merivekî wî şehîdî ji KDP.info e ragihand: “Şehîd Zêrevan Ekrem Cebar, pêşmergeyê Hêza Piştevaniya 1 bû û xelkê gundê Mokayê yê ser bi bajarokê Mêrgesorê bû û li navçeya Soranê dima.”
Duhî li sînorê navdewletî yê Îbrahîm Xelîl termê şehîd Zêrevan Ekrem gihîşt Herêma Kurdistanê.
Tê zanîn ku piştî çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê hevsengiya şer hat uhertin û DAIŞ paşve kişiya û niha bêtirî % 90ê Kobanê di destê hêzên kurdî de ye.




