26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xelef Biro: Heta niha civînên herdu aliyên Rojava bê encam in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Civînên herdu ojên borî di navbera Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de heta niha bê encam in, lê pêşniyarek pêşkêşî TEV-DEMê hatiye kirin û biryar e di nava 2 rojên bê de bersiva wê were dan.

Endamê ENKSê Ebdulbasit Xelef Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Gotûbêjên herdu aliyên Rojava berdewam in û her demekê ku ew gotûbêj bi dawî hatin dê encamên wan werin eşkerekirin.”

Ji aliyê xwe ve, jêderekî agahdar ji nava wan civînan ji KDP.info re ragihand: “Beriya çend rojan şandek ji TEV-DEMê serdana Hewlêrê kir da ku guvaşê bixe ser ENKSê ku razî bibe ew 3 partiyên ku ji ENKSê hatine derxistin car din vegerin, lê ENKSê razî nebû lewma şandek ji ENKSê jî serdana Hewlêrê kir û heta duhî êvarî jî civînên herdu aliyan berdewam bûn, lê negihîştine ti encamekê.”

Heman jêder wiha got: “ENKSê rijd e ku bi ti awayî ew 3 partî venegerin nav ENKSê, lewma hatiye pêşniyarkirin ku ew 3 partî bibin ser TEV-DEMê û ji pişka xwe di nav Lêvegera Siyasî de kêm bikin, lema niha TEV-DEM wê pêşniyarê gotûbêj dike û di nava 2 rojên bê de dê were bersivê bide.”

 

Nûçeyên têkildar