26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Exder Îbrahîmî û Beşar Esed civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hat ragihandin, Beşar Esed li Şamê pêşwaziya nûnerê hevparê navdewletî el-Exder el-Îbrahîmî kir.

Li gorî televizyona fermî ya Sûriya, Esed îro pêşwaziya el-Îbrahîmî kir û dê derbarê kirîza Sûriya ku bêtirî 18 mehane berdewam e gotûbêjan bikin.

Ji dema ku el-Îbrahîmî posta xwe wergirtiye, ev cara yekemîn e digel Esed dicive.

El-Îbrahîmî pêr gihişte Sûriya û digel Wezîrê Derve Welîd Mueilim û Desteya Niştimanî ya Hemahengiyê ku aliyekî opozisyonê ye civiya.

Nûçeyên têkildar