Destpêka hefteya bê dê mûçeyê mamosteyan were belavkirin

Hewlêr-KDP.info- Biryar e Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta naverasta hefteya bê dê mûçeyê hemû wezaretan were belavkirin, herwiha destpêka hefteya bê jî dê mûçeyê mamosteyan were belavkirin.
Cîgirê Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê Ehmed Germiyanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê me hişt ku di destpêka hefteya bê de û beriya her kesî mûçeyê mamosteyan were belavkirin.”




