26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamentoya Brîtanyayê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

London-KDP.info- Desteya Karên Derve ya Parlamentoya Brîtanyayê ragihand ku divê di rêya serxwebûnê de piştevaniya Hewlêrê bê kirin.


Desteya Karên Derve ya Parlamentoya Brîtanyayê raportek amadeyê kiriyê û tê de dibêje ku pêwendiyên Brîntanyayê ligel kurdan ne xurt e û wiha didome.

“Berê Brîtanyayê nedixwest alîkariya kurdan bike. Divê niha Brîtanya ligel Herêma Kurdistana ku di aliyê serxwebûn û pêşketinê de gava diavêje, pêwendiyên xwe xurt bike.”

Desteyê raporê de diyar kiriye ku divê Brîtnaya, di mijarên aborî, leşkerî, perwerde û çandî de jî ligel Herêma Kurdistanê hevkar be.

Endamê Desteya Karên Derve ya Parlamentoya Brîtanyayê Ritchard Otawî ji Rûdawê re got Başûrê Kurdistanê heremek aram e û di aliyê demokrasyî de jî pêşketiye.

Otawî wiha got: “Herêma Kurdistanê hevalbendiyê dixwaze. Heger Brîtanya ligel wan pêwndiyê xwe xurt neke dê hin fersend ji destê wê derbikeve û hinek din dê herêmê kontrol bikin.”

Ritchard Otawî herwiha got ku Başûrê Kurdistanê li Rojhilata Navîn dê ji hemûyan zêdetir hilbirî û hinerdeya petrolê bike û divê Brîtanaya petrolê wê jî bikire.

Nûçeyên têkildar