Mesrûr Barzanî: 200 çekdarên DAIŞê hatin kuştin..Em ne li dijî PKKê ne

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê got îro 200 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Herwiha tekez kir ku, hurd rêvebiryek çawa dixwaze ewê di encama rapirsiyê de diyar bibe, ev yek dê ne li gorî aliyek siyasî bê diyarkirin. “Em ne li dijî PKKê ne. Em ne li dijî ti tevgerên kurdî ne jî.”
Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Eniya Diclê derbarê operasyona li herêma Wankê li dijî rêxistina DAIŞê civînek çapemenî pêk anî. Mesrûr Barzanî wiha got: “Di encama şerê îro de 200 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”
Mesrûr Barzanî da zanîn ku îro li dijî rêxistina DAIŞê operasyonek berfireh dest pê kir û got: “Hêzên Pêşmerge deverek dîrejiya wê 40 kilometre û firehiya wê jî 15 kilometre kontrol kir. Pevçûn hêj didomin.”
Mesrûr Barzanî anî ziman ku DAIŞê bi wesayîtên bombekirî 14 caran êriş kir lê balafirên hevpeymaniya navdewletî ji wan wesayîtan 3 û pêşmerge jî her 11 yên din hêj negihîştin armanca xwe têkbirin.
Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha got: “Em parastina her bostek axa xwe erkek netewî, olî û exlaqî dibînin. Lê divê ne tenê kurd li dijî DAIŞê şer bikin divê hin hêzên din jî bikin. Ji ber ku ji derveyê sînorê kurdan jî DAIŞê heye.
Mesrûr Barzanî piştî daxuyaniyê pirsên rojnamevanan bersivand û li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ya di derbarê hewldana avakirina kantona Şingalê ya PKKê de wiha got: “Kurd rêvebiryek çawa dixwaze ewê di encama rapirsiyê de diyar bibe. Ev yek dê ne li gorî aliyek siyasî bê diyarkirin. Em ne li dijî PKKê ne. Em ne li dijî ti tevgerên kurdî ne jî.”
Mesrûr Barzanî got: “Îro hêzên pêşmerge li Rojhilat û Rojavayê Mihwera Dîcleyê de bi awayekî hevdem dest bi êrîşeke berfire bo ser terorîstên DAIŞê kirin û di encama wan êrîşan de hêzên pêşmerge karîne hijmareke zêde terorîst bikujin û herî kêm 200 leşên terorîstên kuştî jî di qadên şer de mane û ji bilî wan jî bi dehan terorîstên din birîndar bûne.”
Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di beşeke din ya presskonferansa han de eşkere kir ku ji bilî kuştin û birîndar kirina hijmareke zêde ji terorîstan hevdem çendîn tirimbîl, tanik û zirepuşên terorîstan jî ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine têkşikandin.
Derbarê erdnigariya ku hatiye azadkirin de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, ji bilî rizgarkirina devera Wankê bi giştî û tevahiya gundên vê deverê, hevdem rêya navbera Mûsil û Teleferê jî ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatiye rizgarkirin.
Mesrûr Barzanî got: “Pêşmerge bi derfet û îmkanên xwe yên kêm şerê terorîstên DAIŞê dike û pêdiviya hêzên pêşmerge bi hevkariya leşkerî heye û me piştir jî daxwaza hevkarî bi taybetî pêdana çekên giran û pêşkeftî kiriye lêbelê heta niha weke pêwîst hevkariya hêzên pêşmerge nehatiye kirin.”
Derbarê rewşa Mûsilê û rizgarkirina Mûsilê de jî Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê diyar kir ku hêzên pêşmerge bi tenê ji bo azad kirina Mûsilê operasiyon nakin û lazime operasiyona azad kirina Mûsilê bi hevbeşî û hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de be.
Derbarê rewşa Şengal û deverên ku li Şengalê de hatine azadkirin Mesrûr Barzanî got: “Heta beriya du rojan beşeke zêde ji Şengal û gundên derdorê Şengalê hatibûn rizgar kirin û îro jî çend tax û gundên din yên Şengalê hatin rizgarkirin û hêzên pêşmerge bi başî ewlekariya wan deveran ku hatin azadkirin diparêzin û hevkariya xelkê deverê dikin.”
Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî herwiha got: “Nabe ti cêyek di destê terorîstan de bimîne û vê tevahiya axa Kurdistanê ji destê terorîstan were azadkirin.”
Di bersifa pirsekî de ku ji aliyê Rojnamewanekî ve hate pirsîn û taybet bû bi karînên êrîşkirina terorîstên DIŞIê de Mesrûr Barzanî got: “Nabe em ti carî dijmênin xwe bikêm bigirin û bêjin hêza wan tuneye, lê rastî ewe ku hêz û karînên terorîstan bo êrîş kirinê nemane û her çend îmkan û çekên artêşên du welatan di destê terorîstan de bûn lê nikarin li hember hêzên pêşmerge ku xwedan çek û derfetên gelek kême xwe bigirin û li ser destê hêzên Pêşmerge rastî wendahiyên gelek mezin hatine.”




