Mensûr Barzanî: Wankê hate azad kirin

Hewlêr-KDP.info- Fermandarê artêşa taybet ya yek û Gulanê Mensûr Barzanî ragihand ku, nahiyeya Wankê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat azad kirin.
Îro çarşemê Fermandarê artêşa taybet ya yek û Gulanê Mensûr Barzanî di daxuyaniyekî de diyar kir ku Hêzên Pêşmerge îro êrîşî terorîstên DAIŞê kirin û di encama wan êrîşan de derbên dijwar li terorîstan dan.
Mensûr Barzanî got: “Hêzên pêşmerge îro li Rojava û Rojhilatê Bendava Mûsilê de êrîşî terorîstên DAIŞê kirin û di encama wan êrîşan de hêzên pêşmerge karîn hijmareke zêde terorîstên DAIŞê bikujin û devera Wankê û bajarokê Wankê jî bi yek carî ji dest terorîstên DAIŞê azad bikin.”
Fermandarê artêşa taybet ya yek û Gulanê Mensûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku jiber tedbîrên ewlekarî hêzên pêşmerge neçûna nava bajarokê Wankê ve û heta mîn û ev teqemeniyên ku ji aliyê terorîstan ve di nava bajarokê de hatine danan neyên jinavbirin vê hêzên pêşmerge neçine nava bajarokê.
Mensûr Barzanî herwiha eşkere kir ku ji bilî bajarokê Wankê hevdem 8 gundên din yên ser bi vê bajarokê ve hatine azadkirin û niha ti terorîstek li deverê de nemaye.




