25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge rêya Telefer – Mûsilê li ser DAIŞê girt

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Eniya Şingalê Behram Erîf Yasîn ragihand ku, piştî serkeftina mezin ya Hêzên Pêşmerge ya îro li sînorê Bendava Mûsilê bandorek xerab kir ser çekdarên DAIŞê li Şingalê û ketine rewşa parastinê de.

Behram Erîf Yasîn Fermandarê Eniya Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Îro rewşa Şingalê aram bû û tenê carna tengê guleyan bilind dibû, lê li aliyê Bendava Mûsilê Hêzên Pêşmerge bi giranî li çekdarên DAIŞê dan û destkeftên mezin bidest anîn, ji wan jî rêya Telefer – Mûsilê ku rêya gehandina alîkariyan li ser çekdarên DAIŞê birî.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Ew serkeftina mezin ya Hêzên Pêşmerge li sînorê Bendava Mûsilê bandorek xerab kir ser çekdarên DAIŞê li Şingalê û ketine rewşa parastinê de.”

Behram Erîf Yasîn wiha domand: “Hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne û bi moralekî bilind li eniya şer in.”

Nûçeyên têkildar