Yawer: Pêşmerge Pêşve dice..Em di li ser vegerandina navçeyên kurdistanî berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand ku, Hêzên Pêşmerge dest bi operasyona rizgarkirina Mûsilê kiriye û beşê mayî jî dikeve ser milê Hikûmeta Iraqê bo aadkirina wê parêzgehê bi yekcarî.
Cebar Yawer Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ji KDP.info re ragihand: “Piroseyekî lekerî mezin li pêşiya me ye û îro danê sibehê me ji aliyê gundên rojavayê Mûsilê li navçeyên Bendava Mûsilê ji aliyê nahiyeya Wankê û Tilkêfê dest pê kir.”
Yawer wiha got: “Ew operasyona Pêşmerge bi alîkariya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ye, ku herdû bi giranî li çeperên DAIŞê didin û niha jî Hêzên Pêşmerge pêşve diçin. Em di operasyon û vegerandina navçeyên kurdistanî de berdewam in.”
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge wiha domand: “Tevahiya wan operasyonên Pêşmerge alîkariyê didin rizgarkiirna tevahiya Mûsilê, ji ber ku ev êriş li rojhilat û abjure Mûsilê ne. Divê Artêşa Iraqê jî ji başûr û rojavayê Mûsilê dest pê bike da ku Mûsil bi yekcarî were rizgarkirin.”
Derbarê pêşkêşkirina alîkariyan ji aliyê Artêşa Iraqê ve bo Hêzên Pêşmerge, Cebar Yawer ragihand: “Heta niha tenê carekê hikûmeta Iraqê hinek çekên sivik ji me re şandin, ew jî piştî 6 mehan ji êrişên DAIşê. Herwiha 2 caran guleyên topan ji me re şandin.”




