26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Eniya Xazirê.. 8 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li eniya Xazirê ragihand ku, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî îro bi giranî li navend û çeperên DAIŞê li nahiyeyên Hemedaniye û Bertele dan û heta niha li gorî agahiyan 8 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û hijmarek jî birîndar bûne. Herwiha otomobîleke wan ji corê hammar hat têkbirin.

Cadir Silêman Fermandarê Hêzên Pêşmerge li çiyayê Zertik ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku îro li herdu eniyên Bendava Mûsilê û çiyayê Başîkê Hêzên Pêşmerge bi tundî li terorîstên DAIŞê dan, û hijmarek mezin ji wan kuştin û gellek jî birîndar kirin, li eniya Xazirê jî îro sibehê çekdarên DAIŞê carina top davêtin ser cihên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan didan û piştre balafir hatin û li Hemedaniye û Bertile bi giranî li çeperên wan dan û heta niha li gorî agahiyan 8 çekdarên wan hatin kuştin û hijmarek birîndar jî bûne.”

Muqedem Cadir Silêman wiha domand: “Li eniya Xazirê, Hêzên Pêşmerge niha di rewşa amadebaşiyê de ne.”
 

Nûçeyên têkildar