26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamento dê her hefte mêvandariya wezîrekî bike

Çavkanî: KDP.info

Şêwirmendê ragihandina Serokê Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku serokatiya parlamentoyê biryar daye her hefte mêvandariya wezîrên Herêma Kurdistanê bike.

Tariq Cewher di daxuyaniyekê de aşkere kir ku serokatiya parlamentoyê di biryara xwe de mîkaznîzma pirs û bersivan ji parlamenteran re daye xuyakirin û her parlamenterek dikare 1 deqe pirsan bike û wezîrê jî dikar bi 5 deqeyan bersivê bide.

Cewher aşkere kir ku parlamento dê çarşema bê mêvandariya Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Dilşad Şehab bike.

Cewher ronî kir ku li gorî programa hatiye danîn, Lîsteya Kurdistanê (PDK û YNK) 8 pirsan, Goran 4 pirsan û her yek ji Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Îslamî, Tirkman, Xristiyan 2 pirsan û he yek ji lîsteyên Dadperwerî û Sosyalist, Serbixwe û Tevgera Îslamî dikarin pirsekê bikin

Nûçeyên têkildar