Serokatiya Herêmê fîlmê ku îslamê biçûk dixe şermezar kir

Serokatîya Herêma Kurdistanê Fîlmê ku Îslamê biçûk dixe bi daxuyanîyekê şermezar kir. Daxuyanîya SHK’ê wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Berhemhênan û belavkirina fîlmek ku têda biçûkxistina pîroziyên ola pîroza îslam û pêxemberê me yê mezin Mihemed (S.X.L.) hatiye kirin, nerazîbûneke mezin li cemawerê berfirehê li cîhana îslamê da peydakiriye.
Em her biçûkxistineke bi pîroziyên olan, ku hest û soz û baweriya mirovan birîndar dike, şermezar dikîn, wekî ku çawa her nerazîbûnek li dijî biha û bingehên ola pîroza îslamê bê, red dikîn.
Pêwîste hemû rêz li biha û pîroziya olên hevdû bigrîn û xwe ji kar û kirdarên tundutîjiyê biparêzîn ku berevajiya bingeha olan û bihaya mirovayetiyanin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
13 Eylul 2012




