Li Sûriyê 15 operasyonên balafiran û li Iraqê jî 11

Hewlêr-KDP.info- Balafirên hevpeymaniya navdewletî duhî û pêr li Iraqê 11 operasyon û li Sûriyê jî 15 li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîne.
Fermandariya Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand: “Balafirên hevpeymaniyê li Kobanî li 2 komên mezin ên DAIŞê û li 8 navendan û 3 çeperên wê rixistinê dan. Herwiha li Bajarê Heleb û Hesekê jî li navendên DAIŞê dan.”
Li Kobanê duhî balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî roleke mezin dîtin di rizgarkirina Kaşê Miştenûrê yê stratejîk de.
Herwiha li Iraqê, balafirên hevpeymaniyê 11 operasyon li dijî çeperên DAIŞê pêk anîn, ku di encamê de 3 avahî û 3 komên DAIŞê li nêzîkî bajarê Bêcî yê Selahedîn û otomobîlek û komeke leşkerî li navçeya Tacî ya wê parêzgehê hatin têkbirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku, “Balafirên şer di operasyoneke xwe de li bajarê Fellucayê yê parêzgeha Enbarê li çeperên DAIŞê dan. Herwiha avahiyek li Rumadî têk birin û li çeperên wan li nêzîkî Bexda û Mûsilê jî dan.”




