25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

DAIŞê ji Japonya 200 milyon dolar dixwaze

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di vîdyoyekê de çekdarên DAIŞê daxwaz ji welatê Japonyayê dikin ku, li hember azadkirina herdu welatiyên wê, di nava 72 seatan de 200 milyon dolar bide wan.

Di wê vîdyoyê de çekdarekî DAIŞê xuyadike, ku kêrek di destê wî de ye û li pêşiya wî jî 2 zilamên japonî derdikevin.

Ew çekdar rexneyê li Hikûmeta Japonê digire li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di şerê wê de li dijî DAIŞê.

Di wê vîdyoyê de endamekî DAIŞ dibêje ku, eger di nava 72 seatan de, Japon 200 milyon dolar nede wan, ewê hredu kesan bikujin.

Wezareta Derve ya Japonyayê ragihand: “Halê hazir ti axavtina me li ser wê daxwazê nîne.”

Ji aliyê xwe ve, îro Hikûmeta Japonyayê ragiahand: “Em serê xwe ji terorê re danaxin. Helwesta welatê me ew e ku em alîkariya şerê li dijî DAIŞê bikin û em jê venagerin.”

Nûçeyên têkildar