Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge pêdiviya xwe bi hevkariya leşkerî heye
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Konsulusê Latvia kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, ji bo ji navbirina terorîstên DAIŞê Hêzên Pêşmerge pêdiviya xwe bi çekên giran û hevkariya leşkerî heye.
Îro sêşemê 20/1/2015 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Latvia yê li Iraq, Tirkiye û Îranê Ates Sciantes kir.
Di hevdîtinê de Serokwezîrê Kurdistanê jiber wergirtina postê Serokatiya YEê ji aliyê Latviayê ve pîrozbayiyên xwe pêşkêşî vê welatî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û herwiha pîrozbayiyên xwe jî pêşkêşî Konsulusê vê welatî yê li Iraq, Îran û Tirkiyeyê kir ku par dest bi kar kiriye û ev yekem care serdana Kurdistanê dike.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa şerê dijî terorîstên DAIŞê û herwiha serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstên DAIŞê hate kirin û Serokwezîrê Kurdistanê tekez li ser vê yekê kir ku ji bo ji navbirina terorîstên DAIŞê hêzên pêşmerge pêdiviya xwe bi çekên giran û hevkariya leşkerî heye.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha eşkere kir ku di warê hevkarîkirina penaberan de jî Kurdistan pêdiviya xwe bi hevkariya navnetewî û bi hevkariyên zêdetir ên Ewropayê heye.




