25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê.. Çekên nû gihîştine destê Pêşmerge..Mizgîniya serkeftinê nêzîk e

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Emîd Muslih Zêbarî ragihand ku, çekên nû gehîştine destê wan. Herwiha tekez kir ku piştî rizgarkirina Kaşê Miştenûrê ji aliyê hêzên kurdî ve, êdî metirsiya DAIŞê nemaye û topên wan nagihên me.

Emîd Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Şevê din çekdarên DAIŞê 2 caran êriş kirin ser Kaşê Miştenûrê da ku bixin destê xwe de, ji  ber ku cihekî gellekî setratejîk e ji aliyê leşkerî ve û her car ji wir Kobanê dihat topbarankirin, lê ji niha û pê ve nema karin karin topan bavêjin ser me, ji ber ku topên wan nagihên ser me û xelk bi hêsanî diçin û tên.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Di êrişên şevê din de, 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û sê termên wan ketin destê me de. Herwiha gellek çek û teqemenî ketine destê me de ku nêzîkî 12 cor in.”

Zêbarî wiha domand: “Niha ji 13 taxan tenê 3 tax û nîv di destê DAIŞê de mane û yê din hemû di destê Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê de ne.”

Emîd Muslih Zêbarî ragihand: “Çekên nû ketine destê me de, lewma dibe ku di demeke nêzîk de mizgîniyek xweş bigihê gelê kurd.”
 

Nûçeyên têkildar