Hêzên Pêşmerge êrişeke DAIŞê li Zûmarê têk birin

Zûmar-KDP.info- Berpirsê navçeya Dîcle ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li eniya Zûmarê ragihand ku, îro hêzên Pêşmerge li nêzîkî gundekî eniya Zûmarê, êrişekî çekdarên DAIŞê têk birin û zerer û ziyanek mezin gehandin çekdarên DAIŞê.
Hesen Xelo Berpirsê navçeya Dîcle ya PDKê li eniya Zûmarê ji KDP.info re ragihand: “Îro danê sibehê terorîstên DAIŞê li gubndê Qeserîcê bi bagirekê û otomobîleke bombekirî û 2 otomobîlên Hummarê êriş kirin ser sengerên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi 2 seatan ew êriş têk birin.”
Wî berpirsê PDKê wiha got: “Hêzên Pêşmerge zerer û ziyanek mezin gehandin çekdarên DAIŞê, termên komek çekdarên DAIŞê li wir mane û bagir û otombîla wan ya bombekirî ji wan hat sitendin.”




