25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê: Em pişta Pêşmerge digirin.. Kirîza Sûriyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov û şanda pê re kir. Bogdanov ragihand, Rûsya di şerê DAIŞê de pişta Pêşmerge digire.

Îro danê sibê şandeke siyasî û aborî ya Rûsyayê li Hewlêrê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de pêwendiyên siyasî û aborî yên Hewlêr û Moskovayê, aloziya Sûriyê û şerê DAIŞê hatin axaftin.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov û Serokwezîr Barzanî li ser çawaniya paşxistina pêwendiyên her du welatan di warê aborî û siyasî de gotûbêj kirine.

Her wiha li ser girîngiya hemahengî û pevguhertina agahî û zaniyariyan ji bo nehîştina terorê hatiye axaftin û şanda rûs li ser piştevaniya Moskovayê bo Pêşmerge tekez kiriye.

Serokwezîr Barzanî spasiya Rûsyayê kiriye ji bona şandina alîkariyên mirovî bo penaberên ku li Başûrê Kurdistanê ne û li ser derfeta kar ji bo şîrketên rûs jî gotiye, şîrketên rûs dikarin di her warî de kar bikin û Herêma Kurdistanê jî dikare sûdê ji pisportî û tecrubeyên wan wergire.

Her wiha hat gotin ku di hevdîtinê de behsa kirîza Sûriyê û çareseriya wê hatiye kirin û li ser rêbazên siyasî ji bo çareseriya wê arîşeyê hatiye tekezkirin.

Şanda Rûsyayê ji Alîkarê Wezîrê Derve Mîxaîl Bogdanov, Nûnerê Serokê Rûsyayê di karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqayê de, komek dîplomat û karsazan pêk hatibû.

Nûçeyên têkildar