26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste peywendiyên me ligel tevahiya aliyên Iraqê baş bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ligel fraksiyona PDKê li Parlementoya Iraqê de civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku, pêwîste peywendiyên me li gel tevahiya aliyên Iraqê baş bin.

Îro li Hewlêrê Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel firakisyona partiya demokrata Kurdistanê ya li parlementoya Iraqê de civiya.

Di civînê de firakisyona raportek derbarê kar û çalakiyên xwe de pêşkêş kir û piştî şîrove kirina raporta han Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkêş kir û tekez li ser vê yekê kir ku lazime hewl bo vê yekê werê dayîn daku peywedniyên navbera fraksiyonên Kurdistanî bi taybetî û bi giştî jî peywendiyên li gel aliyên Iraqê werin bihêztir kirin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa pêşniyara firakisyona PDKê bo damezrandina firakisyona Kurdistanî li Parlementoya Iraqê kir û ev pişniyara han bi pêşniyareke girîng wesif kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Gelek girînge ku em xwedan peywendiyên baş yên li ser esasa berejwendiyên hevbeş bin li gel tevahiya aliyên din û pêwîst e ew yek were şîrove kirin ku siyaseta Kurdistanê ne siyaseta perawêz xistina Bexdayê ye û dibe em hewl bidin daku ligel hikûmeta nû ya li Bexdayê de kêşeyên heyî çareser bikin.”
 

Nûçeyên têkildar