26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kaşê Miştenûr hat rizgarkirin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Kobanî ragihand ku, Hêzên Pêşmerge û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Kaşê Miştenûrê kontrol kirin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge Emîd Muslih Zêbarî ji KDP.info re ragihand: “Şevê din, Hêzên Pêşmerge û balafirên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeperên DAIŞê li Miştenûrê dan.”
    
Zêbarî wiha domand: “Şervanên YPGê jî li ser erdê pêşve çûn û niha Kaşê Miştenûrê di destê hêzên kurdî de ye.”

Wî fermandarê pêşmerge ragihand: “Kontrolkirina Kaşê Miştenûrê tenê seatekê dirêj kir û çekdarên DAIŞê ziyanek mezin dîtin, lê heta niha hejmara ziyanên wan nehatiye xuyakirin.”

Derbarê ziyana hêzên kurdî jî, Muslih Zêbarî wiha got: “Şervanên YPGê û Hêzên Pêşmerge ti ziyanên canî nedîtine.”

Nûçeyên têkildar