26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî: Hêzên siyasî bo berjewendiya taybetî, zererê lihev dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku, hêzên siyasî yên Kurdistanê di rûyê hev de gotinên baş ji hev re dibêjin û hurmetê ji hev re digirin, lê dema ku dikevin bin bandora berjewendiya teng a hizbî. Rast e ji aliyê fîzîkî ziyanê nagihînin hev, lê zererê ji hev re dixwazin, ku ev yek tiştekî xerab e û mala milet xerab dike.

Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDKê di gotarekê de ku di kovara Gulan de belav kir, wiha dibêje: Tenê rê bo bidestanîna hêviya têkbirina û jinavbirina DAIŞê û xewnên wan, yekrêziya hemû alî û pêkhatên Kurdistanê ye.”

Mîranî di beşekî din a gotara xwe de, dinivîsîne ku, “Niha girîng e, partiyên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekî û hemû pêkve li hemberî gef û êriş û metirsiyan yekhelwîst bin. Herwiha pêwîst e em li ser van pirsên hevbeş bigihên hizreke hevbeş.”

Sekreterê Polîtburoya PDKê wiha domand: “Niha em hemû li pêşiya milet û welatê xwe berpirsyar in, erke li ser milê me ku em bi hev re kar bikin bo bihêzkirina pêgeha miletê me û piştevanî û handan û dilxweşkirina wan. Herwiha hemû aliyek alîkariya serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê bike.”

Nûçeyên têkildar