Çiyayê Zertik.. Pêşmerge bo azadkirina navçeyê amade ye

Hewlêr-KDP.info- Li Çiyayê Zertik Hêzên Pêşmerge bo her rûbirûbûnekê ligel DAIŞê de amade ne û her demekê ku çekdarên DAIŞê êriş kiribin hatine şikestin û reviya ne.
Li Çiyayê Zertik û û Hesen Şamê ku bi eniya Xazir tên naskirin, Hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne û li hêviya fermanê ne da ku wê navçeyê ji bin destê DAIŞê azad bikin, berpirsekî Pêşmerge jî li wê navçeyê dibêje, Hêza DAIŞê bo êrişê nemaye û berdewam paşvedikişin.
Muqedem Sebrî Husên ji devera Hesen Şamê ji KDP.info re ragihand: “Li aliyê Çiyayê Zertik û Hesen Şamê ti tevgera çekdarên DAIŞê nemaye û berdewam paşe dikşin. Wan çekdaran li Bertele û Hemedaniyê dest bi talankirinê kirine û berdewam malên xelkê diteqînin, ku ev yek bê hêziya DAIŞê dide xuyakirin.”
Sebrî Husên wiha got: “Her demekê ku li wê eniyê çekdarên DAIŞê bên pêşî, Hêzên Pêşmerge bi giranî bersiva wan didin û çeperên wan didin ber topan û ziyaneke mezin digihînin wan.”
Muqedem Sebrî Husên wiha domand: “Hêzên Pêşmerge li wî cihî hatin bicîh kirin û sengerên xwe bihêz kirine bo her rûbirûbûnekê ligel DAIŞê de amade ne û her demekê ku çekdarên DAIŞê êriş kiribin hatine şikestin û reviya ne.”




