Artêşa Sûriyê taxên kurdan li Hesekê bi giranî topbaran dike

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Hêzên Artêşa Sûriyê taxên kurdan li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi giranî topbaran dikin û heta niha 10 sivîlên Kurd di encama topbaran de şehîd bûne.
Duhî Hêzên Artêşa Sûriyê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê êriş kirin ser taxên kurdan û xalên YPGê û di navbera wan de şer û pevçûn derketin.
Hat ragihandin ku, Îro Hêzên rejîma Sûriyê ji vê sibehê ve taxên kurdan li Hesekê bi giranî topbaran kirin.
Heta niha di encama topbaran li ser taxên kurdan de li wî bajêrî 10 sivîlên kurd şehîd bûne û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Herwiha, Ji ber topbaranê, xelkê wan taxan malên xwe bi cî dihêlin û berê xwe didin taxên din ên bajêr.




