26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Polîtburoya PDKê hewlên PKKê bo avakirina kantonekê li Şingalê şermezar dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî hewlên avakirina “Kantona Şingalê” ji aliyê PKKê ve nerazîbûnek tûj nîşan da û ragihand, PKK bi vê yekê dilê DAIŞê û neyarên gelê kurd xweş dike.

Polîtburoya PDKê li ser hewlên avakirina “Kantona Şingalê” û “Encumena Êzîdiyên Şingalê” ji aliyê PKKê ve daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de nerazîbûnek tûj li dijî wan hewlên PKKê hatiye nîşandan û wiha hatiye gotin:“Di vê demê de ku hemû gelê Kurdistanê û netewa me ya xebatkar û cîhana azad li benda azadkirina Şingalê û tinekirina terorîstên DAIŞê û vegerandina aramî û aştiyê bo wê deverê ye, taximek bi pêşengtiya PKKê û hevkarên wê bi darê zorê xwe bi ser êzîdiyan de disepînin û bi rêya avakirina encumeneke kartonî û avakirina kantonê, Şingalê ji Herêma Kurdistanê veqetînin.”

Li gorî daxuyaniyê, ev hewlên PKKê “fermaneke nû” ye li dijî kurdên êzîdî her wiha dijberiyeke tund e li dijî yekîtiya netewî û yekparçebûna welat û îradeya kurdiniyê ya hemû êzîdiyan.

Di beşek din a daxuyaniya PDKê de hatiye ziman ku Şingal û êzîdiyên Başûrê Kurdistanê xwedan îrade ne û lazim nîne kesek ji derve were û li şûna wan biryar bide û wiha hatiye gotin: “Lewma ev hewlên han, tenê xizmeta bername û komployên kirêt ên neyarên kurd dike û li deverê aloziyê çêdike.”

Di dawiya daxuyaniyê de PDKê wiha hişyarî daye PKKê: “Em hewlên PKKê û hevkarên wê yên ji bo veqetandina Şingalê ji Kurdistanê riswa dikin û em ji wan dixwazin ku demildest vê yekê ji Herêma Kurdistanê dûr bixin û bi derxistina nakokiyan di nav netewa me de û jihevxistina rêzên gelê, dilê DAIŞa terorîst û neyarên gelê Kurdistanê xweş nekin.”

Nûçeyên têkildar