26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî plana rizgarkirina Şingalê daniye

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, ew xelkê Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku planeke gellekî baş ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatiye danîn bo rizgarkirina Şingalê û derdora wê, û di demeke nêzîk de wê bi temamî were rizgarkirin.

Emîd Behram Erîf Yasîn Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Îro ti êriş li Şingalê nehatine kirin, lê tenê Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê hev topbaran dikirin, lê planeke gellekî baş ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye danîn bo rizgarkirina Şingalê û derdora wê û niha jî tenê maye were bicihanîn û di demeke nêzîk de wê bi temamî were rizgarkirin.”

Derbarê wan êrişên berdewam ên DAIŞê li ser Şingalê, Emîd Behram Erîf Yasîn wiha got: “Şingal ji DAIŞê re pir girîng e, ji ber ku Şingal li ser rêya wan e bo bajarê Reqeyê yê Sûriyê, û gellek bandore xwe ya aborî kiriye ser wan, lewam berdewam êriş dikin da ku control bikin, lê Hêzên Pêşmerge rê nade wan ku pêşbikevin û bi tundî li wan didin.”

Yasîn wiha got: “Çekdarên DAIŞê gellek mayîn li deverê çandine tîmên me jî berdewam di paqijkirina wan mayînan de, ku heta niha bêtirî 200 mayîn hatine rakirin û pûçkirin.”

Emîd Behram Erîf Yasîn wiha domand: “Niha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li asmanê Şingalê difirin, da ku li çeperên DAIŞê bidin. Herwiha Hêzên Pêşmerge bi moralekî bilind li eniya şer in û em xelkê Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku di demeke nêzîk de dê serkeftin were ragihandin.”
 

Nûçeyên têkildar