26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Li Kurdistanê peyama aşitî, pêkvejiyan û lêbihurînê tê peyrewkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja yekşemiyê 18.01.2014ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Corciyo Lîngo Balyozê Vatîkan yê Îraqê û şandeye pê re kir  û di civînekê de Balyozê Vatîkan got ku, Vatîkan gelek ji nêzîk û bi giringî ve rewşa herêma Kurdistan û Îraqê dişopîne  û bi navê Vatîkanê sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberan, û bi taybetî pêşwazî li koçberên mesîhî kiriye, hewandine û aramî û pêdawîstî bo dabînkirine, kir.

Balyozê Vatîkanê ew pêdawîstiyên hikûmeta herêma Kurdistanê di warê perwerde, saxlemî û warên din yên xizmetgozarî de pêşkeşî koçberam kirine bilind nirxandin û tekîd li ser wê yekê kir ku di vê qonaxê de giringe koçberên mesîhî li herêma Kurdistanî bimînin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê tekîd li ser siyaset û helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê û pabendbûna gel û hikûmeta herêma Kurdistanê bi pirensîpên pêkvejiyan, kultura lêbihurînê û pêşkeşkirina hevkarî û alîkariyan ji bo timama koçber û penaberan, bê cudahî,  bi taybetî di vê qonaxa dijwar de ku herêma Kurdistanê rûbirûyê hovtirîn rêxistina terorî dibe, kir.

Serokwezîr got ku, li herêma Kurdistanê peyama aşitî, pêkvejiyan û lêbihurînê tê peyrew kirin û ew bi hêviya wê rojê ne ku koçber û penaber bo ser mal û milkên xwe vegerin. 

Nêçîrvan Barzanî Dawxwazê ji koçber û penaberan dike  ku xweragirin heta ku ev qonaxa demkî derbas dibe û bi aramî bo ser cîyêln xwe vegerin. Serokwezîr silavên xwe ji Papayê Vatîkanê re şandin.

Balyozê Vatîkanê sipasiya serokwezîrê Kurdistanê kir kum beşdarî di merasima cejina jidayîkbûna hezretê Mesîh de kir û gotarek pêşkeş kir ku ew gotar bo sedama kûrkirina giyanê pêkvejiyan,  aşitî û wekhevîyê.

Nûçeyên têkildar