26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Osman Ocelan: Kanton dijî berjewendiya kurdan e..Ji ber ku li Başûr gotûbêj li ser serxwebûnê heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Osman Ocelan, birayê Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan derbarê hewlên avakirina Kantona Şingalê ragihand ku, daxwaza avakirina kantonê li dijî berjewendiya gelê kurd e û pêwîst e ti kurdek wê sîstemê qebûl neke, ji ber ku her sîstema dagîrkirinê ye, lewma pêwşst e kurd li hemû perçan wê sîstemê red bikin.

Osman Ocelan ji KDP.info re ragihand: “Daxwaza avakirina kantonê li dijî berjewendiya gelê kurd e û pêwîst e ti kurdek wê sîstemê qebûl neke, ji ber ku her sîstema dagîrkirinê ye, lewma pêwîst e hemû kurd wê sîstemê red bikin.”

Rayedarê berê yê PKKê, Osman Ocalan jî li ser avakirina encumen û sîstema kantonê li devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê wiha got, “Başûrê Kurdistanê bi sîstema federalî tê birêvebirin û ev sîstem xizmeta gelê kurd dike û azadiya gelê kurd diparêze. “

Osman Ocalan diyar kir ku avakirina kantonê li Başûr û Şingalê xizmeta netewî ya kurd nake û wiha got: “Ez dixwazim PKK wan nîqaşên nedrust bi dawî bîne, ji ber ku li Başûrê Kurdistanê gotûbêj li ser dewlet û serxwebûnê heye.”

Osman Ocalan her wiha destnîşan kir ku lê divê taybetmendiyên devera Şingalê ku hemû xelkê wir kurdên êzîdî ne, li ber çav bên girtin çimkî xelkê wir pir zilm dîtine.
 

Nûçeyên têkildar