Fermandarekî ku ji Kobanî vegeriya ye: Tenê 4 tax di destê DAIŞê de mane

Hewlêr-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Kobanê ku niha vegeriya ye Başûrê Kurdistanê agahî li ser rewşa Kobanê da KDP.info. Herwiha derbarê azadkirina Kobanê û destkeftên Pêşmerge zanyarî ragihand.
Şewket Mizûrî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ku niha vegeriya ye Başûrê Kurdistanê ragihand: “Em şevê din vegeriyan Herêma Kurdistanê û em hemû selametin û tenê di destpêka çûna me de, pêşmergeyek bi sivkî birîndar bû, ew jî her zû baş bû.”
Derbarê wan destkeftên ku li Kobanê bidest hatine, Emîd Şewket Mizûrî wiha got: “Dema ku em çûn Kobanê % 50 ji wî bajêrî hatibû rizgarkirin, lê niha derdora 85 % ji Kobanê hatiye rizgarkirin û tenê li rojhilat û başûrê Kobanê 4 tax mane ku bên rizgarkirin, ku yê mayî hemû di destê Hêzên Pêşmerge û şervanan de ye.”
Fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha got: “Ji bilî Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê 200 çekdarên Artêşa Azad a opozîsyona Sûriyê li wir in û ligel me şerê DAIŞê dikirin û çek û teqemeniyên wan hene.”
Mizûrî wiha domand: “DAIŞ li Kobanê bi yekcarî moralê wan têk çûye û nema Karin êriş bikin, ji ber ku hêza wan kêm bûye û alîkarî kêm ji wan re tên.”
Herwiha wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Sedema azadnekirina Kobanê bi yekcarî heta niha bow ê yekê vedgere, ku çekdarên DAIŞê gellek teqemenî daniye, lewma ew yek jî dem jê re divê û ew pirose bi xavî birêve dice.”
Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Kobanê ku niha vegeriya ye Başûrê Kurdistanê gotina xwe wiha qedand: “Bi nêrîna min, heta ku Kobanê û derdora wê bi temamî ji çekdarên DAIŞê were paqijkirin, dibe ku çend meh dirêj bike, lê nagihê salekê.”




