25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Kurdistan TV rola Pêşmerge dîtiye û piştevanê Pêşmerge bûye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi helkefta salvegera damezrandina kanala asmanî ya Kurdistan TV peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand ku, Kurdistan TV rolekî Pêşmergane û pêşengî dîtiye û piştevanê Pêşmergeyên Kurdistanê bûye. Ev tekesta wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Rêzdar Birêveber û karmendên kanala asmaniya Kurdistan TV

Di şanzdehemîn salvegera damezrandina kanala asmaniya Kurdistan TV de, germtirîn pîrozbahiyê li we yên ezîz û xweşdivî dikim û ji bo we hêviya berdewamî û pêşketinên zêdetir dixwazim.

Kurdistan TV li gihandina rastgoyaneya nûçe û pabendbûna bi bingehên pîşeyiyên karê ragihandinê û parastina bihayên bilindên gelê me, rolekî xwe yê bi rûmet hebûye.

Şanaziya mezina kanala asmaniya Kurdistan TV eweye ku ji bilî wê yekê ku yekemîn kanala telefizyoniya asmaniya Kurdistan û Iraqe, li heman demî de li ruyê pabendbûna bi erkê neteweyî û nîştîmanî û gihandina peyama aştî û pêkvejiyanê û dengê rewaya tevgera rizgarîxwazaneya gelê me, her li destpêkê ve heta niha li pêşengiyê daye.

Li vê demê de jî ku gelê me li şerekî sepandiya li gel terorîstane, Kurdistan TV rolekî Pêşmergane û pêşengî dîtiye ji bo veguhestina nûçeyên bereyên şer û piştevanê Pêşmergeyên Kurdistanê bûye.

Hêvîdarim Kurdistan TV her wiha li serketin û pêşketinê de berdewam bê û wekî berê li belavkirina hişyarî û hezkirina wilat û ruh û giyanê birayetî û lêborînî de berdewam bin û her li pêşeng da bimînin.

Destxweşiyê li we dikim û ji bo we hêviya serketinên zêdetir dixwazim.

Nûçeyên têkildar