Hikûmeta Kurdistanê: Destwerdana PKKê nayê qebûlkirin..PKKê karekî neyasayî dike
__2015_01_17_h13m56s54__RM__2015_01_17_h17m6s1__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê, ragihandina “Encumena Êzîdiyên Şingalê” ji aliyê PKKê ve, wek karekî neyasayî û berûvajî destûr û yasayên ku li Kurdistan û Iraqê hene, da zanîn.
Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de derbarê wê gava PKKê de ragihand ku ew wan destêwerdanan di karûbarên Kurdistana Iraqê de qebûl nakin.
Di daxuyaniyê de, Encumena Wezîran hewlên avakirina encumen û îdareyeke neyasayî li Şingalê şermezar dike û dibêje, êş û nexweşiya wê deverê, nabê bi awayekî siyasî û hizbî têkelî ligel werekirin ku di encam de li şûna dermankirina birînan, alozsiyên siyasî û îdarî li deverê çê bike.
Herwiha Encumena Wezîran di wê daxuyaniyê de dibêje, “Em spasiya hevkariya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikin, ku alîkariya Hêzên Pêşmerge kirine li Şingalê, lê em ji rewangeha yasayî û destûrî radigihînin ku hewlên PKKê karekî neyasayî û berûvajî destûr û yasayên ku li Kurdistan û Iraqê hene.”
Encumena Wezîran dibêje ku, “Herêma Kurdistanê û Iraq xwedî dezgehên destûrî û şerî ne. Kurdên êzîdî û devera Şingalê jî xwedî nûner in di Parlamentoya Kurdistanê û Encumena Nûnerên Iraqê û Encumena Parêzgeha Mûsilê de, lewma her karek were kirin, divê bi rêya dezgehên fermî bin.”
Herwiha di wê daxuyaniyê de hatiye ku, “Hêzên Pêşmerge hewl didin bo kontrolkirina tevahiya devera Şingalê, herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam hewl dide alîkariya xelkê wê deverê.”
Encumena Wezîran di dawiya gotina xwe de ragihand: “Em lêkolînan li ser wan pêşniyaran dikin, ku daxwaz dikin Şingal bibe parêzgeh, ew jî bi awayekî yasayî. Em ligel Hikûmeta Iraqê wê yekê dinirxînin û hemû gotûbêjek derbarê wê yekê bi agahdarî û beşdariya Encûmena Parêzgeha Mûsilê tê kirin.”




