25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fraksiyona PDKê: Sînorekî ji van siyasetên çewt dînin..Kanton perçekirina welat e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, Gavên PKKê bo avakirina kantonekê li Şingalê, hewl in bi aliyê perçekirina axa welat ve.

Fraksiyona PDKê li ser ragihandina “Encumena Êzîdiyên Şingalê” ji aliyê PKKê ve, daxuyaniyek ragihand.
   
Fraksiyona PDKê di daxuyaniya ragihand: “Di dema ku Kurdistan di şerekî dijwar de ye li dijî terorîstên DAIŞê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi bê hisab ji sazî û dezgehên fermî û hikûmî yên Başûrê Kurdistanê re, tê û daxwazeke nerewa dixe rojevê.”

Herwiha Fraksiyona PDKê dibêje ku, “Ew kar bê rêziye li hember dezgeyên yasayî yên Kurdistanê, her wiha destwerdan e di serweriya Başûrê Kurdistanê de û xwe ferizkirine li ser îradeya xelkê Şingalê.”

Li gor daxuyaniya Fraksiyona PDKê, “Gavên PKKê bo avakirina kantonekê li Şingalê, hewl in bi aliyê perçekirina axa welat ve.”

Herwiha di wê daxuyaniyê de Fraksiyona PDKê daxwaz ji Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partî û rêxistinên civaka sivîl li Başûrê Kurdistanê dike ku, Helwesta xwe li hember wê karî xuya bikin û li dijî wê bisekinin, her wiha sînorekî ji van siyasetên çewt dînin.

Roja 14ê vê mehê, li ser çiyayê Şingalê di civînekê de ku komek rayedarên PKKê jî tê de beşdar bibûn, encumena bi navê “Encumena Êzîdiyên Şingalê” hat avakirin. Ew encumen wek gavekê ji bo avakirina Kantona Şingalê tê nirxandin.

Ew encûmen ji 27 kesan pêk tê ku wek medyaya PKKê dibêje, encumen wê bingiha îdareya kantona Şingalê dane.

Li gor medyaya PKKê, ew 27 kes nûneratiya penaberên Kurdên Êzdî li kampa Newroz li Dêrika Hemko, Kurdên Êzdî li kampên Başûrê Kurdistanê û Çiyayê Şingalê dikin.

Nûçeyên têkildar