26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Partiya Sosyalîst a Fransayê piştevaniya xwe bo gelê kurd nîşan da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Sosyalîst a destelatdar li Fransayê piştevaniya partiya xwe bo gelê kurd ji Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî re diyar kir.

Hêmin Hewramî Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêşwazî li Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Sosyalîst a destelatdar li Fransayê Jan Mark kir û di wê hevdîtinê de çend mijarên girîng hatin nirxandin.

Jan Mark piştevaniya partiya xwe bo gelê kurd dûpat kir û Hewramî jî behsa rewşa dawî ya Kurdistanê kir û serkeftinên Pêşmerge yên li pey hev ji Jan Mark zelal kir. Herwiha bûyerên Parîsê şermezar kir û bi nave PDKê serxweşî li wî welatî kir.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî spasiya welatê Fransayê kir bo pêşkêşkirina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê ji aliyê leşkerî û mirovî ve.

Jan Mak Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Sosyalîst a destelatdar li Fransayê dilxweşiya xwe bi vê serdanê diyar kir û û hêviya serkeftinê ji Hêzên Pêşmerge re xwest û wiha got: “Piştî êrişên DAIŞê ez pêtir rijd bûn li ser serdana Kurdistanê û diyarkirina piştevaniya partiya xwe bo gelê Kurdistanê di vî şerê qehremanî yê gelê Kurd li hember terorîstên DAIŞê.”
 

Nûçeyên têkildar