Şingal.. Pêşmerge ji 2 aliyan ve DAIŞ şikenand

Şingal-KDP.info- Berpirsê Eniya Şingalê Emîd Behram Erîf Yasîn ragihand ku, Hêzên Pêşmerge ji 2 aliyan ve çekdarên DAIŞê şikenandin û 8 terorîstên wan kuştin û 15 jî birîndar kirin.
Emîd Behram Erîf Yasîn Berpirsê eniya Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Îro seat 3:30 êvarî terorîstên DAIŞê ji 2 aliyan ve êriş kirin, li taxên Berberoşik û Nesir û Sînaie, lê Pêşmerge bi giranî li wan da û ew şikenandin.”
Yasîn wiha got: “Di wan lêdanan de, 8 terorîst hatin kuştin û bêtirî 15an jî birîndar bûn.”
Wî fermandarê eniya Şingalê gotina xwe wiha qedand: “Topxaneyên Pêşmerge çeperên DAIŞê topbaran dikin û pir bi bandor bûn di şikenandina wan herdu êrişan de.”




