Wezareta Darayî biryar da..Hefteya bê mûçe digihê Kurdistanê

Bexda-KDP.info- Endama Komîteya Aborî û Veberhênanê li Parlamentoya Iraqê Necîba Necîb ragihand ku, hefteya bê derdora 750 heta 800 milyar dînar dê ji aliyê Bexdayê ve werin şandin.
Necîba Necîb Endama Komîteya Aborî û Veberhênanê li Parlamentoya Iraqê ji KDP.info re ragihnad: “Îro pêncşemê Wezareta Darayî ya Iraqê razîbû li ser xerickirina yek li ser 18ê budce, bo wezaretên Hikûmeta Bexdayê û parêzgehan û Herêma Kurdistanê, û hefteya bê ew pere dê bigihên Kurdistanê.”
Wê parlamenterê wiha got: “750 heta 800 milyar dînar di hefteya bê de, bo mûçeyê fermanberan û xercê wezaret û daezgehên mîrî yên Herêma Kurdistanê dê were şandin, dema ku budce hat pesendkirin jî, wê demê dê budceya mehane ya Kurdistanê zêdetir bibe û bigihê tirlyonek û 200 milyar dînarî.”
Necîba Necîb gotina xwe wiha qedand: “Biryar e roja sêşema bê pirojeyasaya budceya giştî ya Iraqê têkeve dengdanê.”




