Li eniya Guwêr – Mexmûrê 300 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Mûsil-KDP.info- Li gor agahiyên Berpirsê Ragihandina Liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê, di çend rojên borî de, ji ber lêdanên Pêşmerge li eniya Guwêr – Mexmûrê, 300 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Seîd Memozînî Berpirsê Ragihandina Liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ji KDP.info re ragihand: “Rewşa DAIŞ li nav bajarê Mûsilê xerab e, gellek birîndarên wan gihîştine bajarê Mûsilê, ku tenê ji eniya Kerkûkê 120 birîndar gihîştine, û ji wana heya niha 35 birîndar mirine.”
Seîd Memozînî wiha got: “Di çend rojên borî de, ji ber lêdanên Pêşmerge li eniya Guwêr – Mexmûrê, 300 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Ev hejmara mezin ji kuştiyan bandorek pir xerab li ser çekdarên DAIŞê çê kiriye, ku Ebû Bekir Bexdadî terorîstê mezin bi xwe têk çûye bi wan şikestinan, û wek tohmeta kêmtir xemiyê 53 kes gulebaran kirine.”
Memozînî wiha donmand: “DAIŞ komîteyek pêk aniye ku her kesek ji eniya şer bireve wî gulebaran dikin, Herwiha DAIŞ gellek xelk girtine, bi tuhmeta ku mobayl bikar anîne û sîxûrî kirine.”
Berpirsê Ragihandina Liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê gotina xwe wiha qedand: “Nexweşxaneyên bajarê Mûsilê pir birîndar û term bûne.”




