26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Ti paşarojeke DAIŞê nabe..Ji ber xweragiriya Pêşmerge hevkêşî guheriye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Emîndarê Giştî yê rêxistina Alîkariya Îslamî kir û di wê hevdîtinê de, terkez kir ku, niha bi sedema xweragiriya Pêşmerge hevkêşî guheriye û xelk bi başî li rastiya DAIŞ naskirine û tu paşarojeke wan nabê.

Êvariya îro çarşem 14.01.2015 li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Eyad Emîn Medenî Emîndarê Giştî yê rêxistina Alîkariya Îslamî û şanda li gel kir.

Di hevdîtinê de Emîndarê Giştî yê rêxistina Alîkariya Îslamî ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe jî bi Serok Barzanî ragihand ku serdana Kurdistanê kiriye û behsa rola Serok Barzanî kir ku destê rêzdar li binyatnana aramiya siyasî û civakî û geşbûna Herêma Kurdistanê de hebûye û li navçeyek de ku pire ji kêşe û qeyran û gengeşeyan û ragihand pêkhatina wê aramiyê karêkî ne hêsane.

Emîndarê Giştî yê rêxistina Alîkariya Îslamî li şerê dijî terorîstan de destxweşiyê li xweragirî û qehremaniya Pêşmerge kir û hêvî jî xwest ku li paşarojeke nêzîk da dawî bi tehdîda terorîstan bê û Iraq bikarê aramiya xwe bi dest bîne û hemû pêkhat bi azadî pêkve bijîn û mafê hemû aliyek bê dayîn. Li beşekî dinê axaftina xwe de Emîndarê Giştî yê rêxistina Alîkariya Îslamî bi kurtî di derbarê çalakî û bernameya karê rêxistina Alîkariya Îslamî ji bo Serok Barzanî xisterû.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û rola rêxistina Alîkariya Îslamî li nêzîkkirina nêrînan û çareserkirina kêşeyên welatên Îslamî û her wiha hevkariya mirovî bi bandor wesif kir.

Di beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî sedemên serhildana teror û geşkirina wê ya li Iraqê ji bo şanda mîhvanan behs kir û eve jî dûpat kir ku terorîstên DAIŞ bela û êş û nehametîn li ser navçeyê û dijmina hemû cûre bîrkirin û ol û mezhebekin. Çek û îmkaniyata dû dewletan ketiye destên wan û êrîşa xelkê bêtawan kirin û tawaneke gelek mezin encamdan. Lê belê niha bi sedema xweragiriya Pêşmerge hevkêşî guheriye û xelk bi başî li rastiya DAIŞ naskirine û tu paşarojeke wan nabê.

Her li vê hevdîtinê de proseya siyasiya Iraqê û di derbarê rewşa jiyan û guzeraniya koçber û penaberan hate nirxandin.

Nûçeyên têkildar