26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Pêşmerge bi tundî bersiva êrişa DAIŞê da

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Berpirsê Eniya Şingalê Emîd Erîf Yasîn ragihand ku, îro danê sibehê Hêzên Pêşmerge êrişek DAIŞê têk birin û bi tundî li wan dan û 2 terorîstên wan kuştin û 8 jî birîndar kirin.

Emîd Erîf Yasîn Berpirsê Eniya Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Îro danê sibehê li nava taxeke bajarê Şingalê terorîstên DAIŞê êriş kirin û bi 2 awayan dixwestin pêşve bên, ku hem bi piyade û û hem bi otomobîlan jî, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrişa wan dan û di demeke kurt de, ew êriş têk çû, ku 2 terorîstên wan hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.”

Wî fermandarî wiha got: “Îro danê êvarî Hêzên Pêşmerge çeperên DAIŞê dan ber topan û di encamê de zerer û ziyanek mezin gehîşt wan teroristan.”
 

Nûçeyên têkildar