Serok Barzanî li eniya Mexmûrê: Pêşmerge kariye efsaneya DAIŞê têk bişkîne

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li eniya Mexmûrê kir û di wê serdanê de ku bi sedema canfedayî û qehremaniya Pêşmerge hemû cîhan bi çavê rêz ve temaşa Kurdistanê dike û Pêşmerge kariye efsaneya DAIŞê têkbişkîne.
Îro çarşem 14.01.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta li nêzîk ve agahdarbûna li rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan û bi serkirina Hêzên Pêşmerge serdana eniya Mexmûrê kir.
Di vê serdanê dea Serok Barzanî ligel fermandeyên leşkerî û meydaniyên Hêzên Pêşmerge li eniya Mexmûrê civiya.
Di vê kombûnê da rewşa meydanî ya bereyên şer bi hurî nirxand û Serok Barzanî destxweşiyê li Pêşmergeyên qehremanên vê mîhwerê kir, ku di dema derbasbûyî de gelek qehremanane bergiriyê li kerameta xelk û axa Kurdistanê kirine û gurzê kujindeyê li terorîstan weşandiye.
Ji bo eve jî spasî canfedayî û xweragiriya Pêşmerge kir û balkişand li ser wê yekê ku bi sedema canfedayî û qehremaniya Pêşmerge hemû cîhan bi çavê rêz ve temaşa Kurdistanê dike û Pêşmerge kariye efsaneya DAIŞê têkbişkîne.
Serok Barzanî eve jî dûpatkir ku xwîna şehîdên me yên ser bilind bi vala naçê û ew bi navê dozekî rewa û bergirîkirina li keramet û axa welatê xwe canê xwe gorî kirine.
Her li vê kombûnê da Serok Barzanî guhdarî têbîniyên fermandeyên meydaniyên mîhwera Mexmûr kir û di derbarê plan û bernameyên hêza Pêşmerge ya li vî mîhwerî da rênimayiyên pêwîst ji bo fermandeyan xisterû.




