Kobanê.. Tenê 7 tax di destê DAIŞê de mane..Şevê din 2 tax hatin rizgarkirin

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Şewket Mizûrî ragihand ku, çekdarên DAIŞê li Kobanê gellekî lawaz bûne û nema Karin êriş bikin, lewma ev bû demek ku êriş nekirine, ku li her cihekî tevgera wan hebe, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li wan didin.
Şewket Mizûrî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Rewşa Kobanê aram e û ti şerekî wiha mezin derneketiye, tenê îro danê sibehê li başûrê bajêr çekdarên DAIŞê çend rokêt avêtin ser me, lê ti ziyan negihîşt Hêzên Pêşmerge. Herwiha şevê din balafiran bi giranî li çeperên wan dan.”
Mizûrî wiha got: “Çekdarên DAIŞê li Kobanê gellekî lawaz bûne û nema Karin êriş bikin, lewma ev bû demek ku êriş nekirine.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Moralê Hêzên Pêşmerge gellekî bilind e û berdewam di rewşa amadebaşiyê de ne.”




