26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Siûdiye li Hewlêrê Konsulxaneya xwe vedike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Siûdiyeyê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêwan eşkere kir ku bi awayekî rasterast ji aliyê Şahê Siûdiyeyê ve hatine erkdarkirin bo vekirina Konsulxaneya Sûdiye ya li Hewlêrê.

Îro çarşemê 14-1-2015 li Hewlêrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Siûdiyeyê kir.

Di hevdîtinê de şanda mêwan eşkere kir ku bi awayekî rasterast ji aliyê Şahê Siûdiyeyê ve hatine erkdarkirin bo vekirina Konsulxaneya Sûdiye ya li Hewlêrê.

Heyet herwiha hêvî xwest ku vekirina Konsulxaneya han bibe sedema bihêztir kirina peywendiyên navbera Siûdiye û Kurdistan di her warî de.

Şanda mêvan herwiha eşkere kir ku niha weke yekemîn pêngav ligel aliyên tikildar ên Kurdistanê hewl bo dabînkirina cêyeke goncav bo vekirina Konsulxaneyê didin daku di pêşerojê de cêyek taybet ji bo Konsulxaneyê were çêkirin.

Şanda mêvan herwiha eşkere kir ku vekirina Konsulxaneyê ya li Hewlêrê dikeve piştî destbikarkirina Konsulusê Siûdiye li Bexdayê yê ku tê payîn heta çend rojên din destbikar bibe.

Ji aliyê xwe ve jî, Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe ya li hember ev biryara han ya Siûdiyeyê diyar kir û hêvî xwest ku vekirina Konsulxaneyê bibe bingeha bihêztir kirina peywendiyên navbera her du aliyan de.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha eşkere kir ku hikûmeta Kurdistanê û aliyên tikildar yên hikûmeta Kurdistanê amadene ku her cure hevkarî û karasanî bo vekirina Konsulxaneya Siûdiyeyê pêşkêş bikin.

Nûçeyên têkildar