26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xaça sor a Îmaratê nûneratiya xwe li Hewlêrê vedike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Xaça Sor a Îmaratê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan herwiha eşkere kir ku li ser fermana Serokê Îmaratê bo vekirina Nûneratiya Xaça Sor a vî welatî li Hewlêrê de hatine erkdarkirin, da ku bikaribin bi rêya ev nûneratiya han baştir hevkariya Penaberan bikin.
Îro çarşemê 14-1-2015 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Xaça Sor a Îmaratê Mihemed Etîq Felahî û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de şanda mêwan ecîbmayiya xwe ya li hember rewşa Hewlêrê û çawetiya bînasaziya Hewlêrê diyar kir û kêfxweşiya xwe jî ya li hember serdana han diyar kir û silavên Serokê Îmaratê jî gehande Serok û Serokwezîrê Kurdistanê.
Şanda mêvan herwiha eşkere kir ku li ser fermana Serokê Îmaratê bo vekirina Nûneratiya Xaça Sor a vî welatî li Hewlêrê de hatine erkdarkirin, da ku bikaribin bi rêya ev nûneratiya han baştir hevkariya Penaberan bikin.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya ev biryara Îmaratê kir û hêviya geşesendineke hertimî bo Îmaratê xwest û vekirina nuneratiya xaça sor ya Îmaratê li Hewlêrê de bi pêngaveke girîng wesif kir û eşkere kir ku vekirina ev nuneratiya han bo Kurdistanê pêwîste bi taybetî di vê demê de ku zêdetir ji 2 miliyon penaber hatine û li Kurdistanê de bicîh bûne û hîn jî tê payîn ku hijmara wan penaberan zêdetir bibe.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha spasiya Îmaratê kir ku beriya niha jî hevkariya Kurdistanê kiriye û hêvî xwest ku vekirina nuneratiya han bibe sedema zêdetir hevkarî kirina penaberan û herwiha silav û rêzên xwe û hikûmeta Kurdistanê jî bi rêya heyetê pêşkêşî Serokê Îmaratê kir.
Di dawiya hevdîtinê de heyeta mêwan behsa vê yekê jî kir ku hewl didin daku sê kempên nû ji bo penaberan çê bikin.
Heyet herwiha davetnameya fermî ya Îmaratê bo beşdarî kirin di civîna navnetewî ya Emaratê pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kir ku biryare meha Şibatê li vê welatî were organîzekirin.

Nûçeyên têkildar