Kobanê.. Tenê 7 tax di destê DAIŞê de mane..Şevê din 2 tax hatin rizgarkirin

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Şêrwan Sipêndadareyî ragihand ku, şevê din Hêzên Pêşmerge karîn 2 taxên din azad bikin. Herwiha tekez kir ku tenê 7 tax di destê DAIŞê mane û bi azadkirina wan 7 taxan jî dê tevahiya Kobanê were azadkirin.
Şêrwan Sipêndadareyî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Îro rewş aram bû û ti şerê giran derneket, lê şevê din heta îro sibehê 2 taxên din li aliyê taxa Kaniya Ereban ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat azadkirin. Niha ti taxên wiha zêde nemane ku werin rizgarkirin. Tenê 7 tax di destê DAIŞê mane û tevahiya taxên din di destê Pêşmerge de ne.”
Sipêndadareyî wiha got: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bandorek mezin di wî şerî de dîtin û ji duhî ve 6 caran li çeperên DAIŞê dane û nahêlin ti piştevanî ji Heleb û Reqayê ji wan re bê.”




