25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fraksiyona PDKê daxwaza vekirina nivîsingeha Parlamentoyê li Şingalê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yadaşnameyek pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kir ku nivîsingeheke parlamentoyê li Şingalê were vekirin. Nûnerên kurdên êzîdî jî dibêjin ku vekirina wê nivîsingehê gellekî girîng e bo Şingalê, ji ber ew bajêr wêran bûye, û biryar e Hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bike û ew yek bi bê çavdêriyê nabe.

Nûnerê kurdên êzîdî li Parlamentoya Kurdistanê û Parlamenterê PDKê Şêx Şamo ji KDP.info re ragihand: “Me wek Fraksiyona PDKê yadaştnameyek pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kir ku nivîsingeheke parlamentoyê li Şingalê were vekirin, ji ber ku ku vekirina wê nivîsingehê gellekî girîng e bo Şingalê, ji ber ew bajêr wêran bûye, û biryar e Hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bike û ew yek bi bê çavdêriyê nabe.”

Şêx Şamo wiha got: “Xelkê Şingalê rastî xirabtirîn rêxistina terorîstî li cîhanê hatine û navçeya wan wêran bûye. Diyar e Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku wê navçeyê avedan bike, lewma em dibînin ku pêwîst enivîsingeha parlamentoyê li wir were vekirin bo çavdêriyê.”
 

Nûçeyên têkildar