Siûdiye rola Pêşmerge ya li şerê dijî terorîstan de bilind nirxand

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Wezareta Derveya Şahnişîna Siûdiye kir û di wê hevdîtinê de, şanda mêhvan rola Pêşmerge ya li şerê dijî terorîstan de bilind nirxand û ji bo wan Pêşmergeyên qehremanên ku canê xwe li şerê dijî terorîstan de gorî kirine û şehîd bûne serxweşiyê li Serok Barzanî kir.
Îro çarşem 14.01.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Wezareta Derveya Şahnişîna Si'ûdiye kir ku bi Serokayetiya Ebdulrehman Bin Xirman Şehrî pêkhatibû û bi mebesta vekirina Konsolxaneya Şahnişîna Si'ûdiye serdana Herêma Kurdistanê kirine.
Di hevdîtinê de şanda mîhvan silavên taybetî ya Şah Ebdullahê Şahê Siûdiye bi Serok Barzanî gihand û xweşhaliya xwe jî derbirî ku Herêma Kurdistanê li van çendîn salên derbasbûyî de pêşketineke ber bi çav bi xwe ve dîtiye.
Her li vê hevdîtinê de şanda mêhvan rola Pêşmerge ya li şerê dijî terorîstan de bilind nirxand û ji bo wan Pêşmergeyên qehremanên ku canê xwe li şerê dijî terorîstan de gorî kirine û şehîd bûne serxweşiyê li Serok Barzanî kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û spasiya Şah Ebdullahê Şahê Siûdiye kir û li erk û karên wî de hêviya serkeftinê jî ji bo Konsolê Şahnişîna Siûdiye ya li bajarê Hewlêrê xwest.
Her wiha ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her dû aliyan amadehiya Herêma Kurdistanê bi şanda mîhvan ragihand.




