Şingal.. Pêşmerge bi çekên giran li DAIŞê da

Şingal-KDP.info- Berpirsê eniya Şingalê Emîd Behram Erîf Yasîn ragihand ku, Hêzên Pêşmerge îro êvarî êrişek çekdarên DAIŞê li taxekî Şingalê bi çekên giran şikandin, ku hejmarek çekdarên wan hatin kuştin û birîndarkirin.
Emîd Behram Erîf Yasîn Berpirsê eniya Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Îro danê êvarî seat 4, terorîstên DAIŞê li taxa Berberoj ya nav bajarê Şingalê êriş kirin, lê her zû ji aliyê pêşmergeyên me yên qehreman bi çekên giran û hawan û doşka bersiva wan hat dan û ew ji taxên Şingalê derxistin.”
Yasîn wiha got: “Hejmarek çekdarên wan hatin kuştin û birîndarkirin, lê ji ber ku dinya bû şev û tarî bû, me nikarî hejmara kuştiyên wan nas bikin, lê tenê yên ku me dîtin 2 kuştî û 6 biîndar bûn.”




