Serok Barzanî li eniya Guwêrê spasiya canfedayî û xweragiriya Pêşmerge kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li eniya Guwêr kir û di wê serdanê de, spasiya canfedayî û xweragiriya Pêşmerge kir û erkê Pêşmerge bi erkêkî pîroz zanî ku bergirîkirine li kerameta xelk û axa Kurdistanê.
Îro sêşem 13.01.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta li nêzîk ve agahdarbûna ji rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li mîhwera Guwêr û serdana Hêza Pêşmerge ya li vî mîhwerî serdana Guwêr kir.
Li vê serdanê de Serok Barzanî li gel Fermandeyên Serbazî û Meydaniyên Hêzên Pêşmerge li mîhwera Guwêr civiya.
Di vê kombûnê da rewşa meydanî ya bereyên şer nirxandin û Serok Barzanî destxweşiyê li Pêşmergeyên qehremanên vê mîhwerê kir ku li çend rojên derbasbûyî de êrîşa terorîstan têkşikandin û gurza kujinde li wan weşandin û spasiya canfedayî û xweragiriya Pêşmerge kir û erkê Pêşmerge bi erkêkî pîroz zanî ku bergirîkirine li kerameta xelk û axa Kurdistanê.
Her li vê kombûnê da Serok Barzanî palpiştiya xwe ya tevahî ji bo Hêza Pêşmerge dûpatkir û di derbarê plan û bernameyên hêza Pêşmerge ya li vî mîhwerê da rênimayî yên pêwîst ji bo fermandeyan xisterû.




