25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku hevkarî û piştgîriya Brîtanyayê bo Kurdistanê bidomin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandeke Brîtanyayê kir û di wê hevdîtinê de, tekez li ser wê yekê kir ku hevkariyên Brîtanyayê bo Hêzên Pêşmerge gellekî bi mifa bûne û hêvî xwest ku hevkarî û piştgîriya Berîtanyayê bo Kurdistanê bidomin.

Îro sêşemê 13-1-2015 li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybetî yê Serokwezîrê Berîtanyayê bo Karûbarên Asayîşa Kurdistanê genral Samuel Mayall û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de Mayall ragehand ku mebest ji vê serdana han agehdar bûn ji pêşhatên leşkerî û rewşa meydaniya eniyên şer û herwiha pêdiviyên hêzên pêşmerge û bernameya perwerde kirina hêzên pêşmergeye yaku ji aliyê Berîtanyayê ve tê pêşkêşkirin.

Di berdewamiya hevdîtina han de Nêçîrvan Barzanî û Mayall behsa serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstên DAIŞê bi taybetî li Şengal û derdorê kirin û Mayall ev serkeftinên han bi serkeftinên mezin wesif kir û spasiya hêzên pêşmerge kir û hevxemiya xwe jî bo kesûkarên şehîdan diyar kir.

Mayall herwiha daxwaz ji wezareta pêşmerge kir daku pêdiviyên xwe yên leşkerî bike weke raportekî û radestî aliyên tikildar yên Berîtanyayê bike daku Berîtanya lêkolîn li ser wan bike û hevkariyên zêdetir pêşkêşî pêşmerge bike.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya hikûmeta Berîtanyayê kir ku hevbeşeke girîne ya hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DAIŞê ye û tekez li ser vê yekê kir ku hevkariyên Berîtanyayê bo hêzên pêşmerge gellekî bi mifa bûne û hêvî xwest ku hevkarî û piştgîriya Berîtanyayê bo Kurdistanê bidomin.

Nûçeyên têkildar